Tirî
Ji Wîkîpediya
| Ev gotar li ser meyweyekê ye. Ji wê gundê bi vî navî ra li Tirî (gund) binhêre. |
Tirî (bi soranî, tirê), meyweke havînî ye, şîrîn e rengên wî sor û kesk e. Ji tirî mey û areq tên çêkirin. Dîsa ji tirî mewîjên hişkirî jî, ji bo zivistanê werê xwarin çêdikin. Hevilên tirî li tendirustiya mirov gelek heye ku germoke ("colories") û şekir dide bedenê mirov.
Tiriyê hî nebûyî re dibêjin qorix. Qorix yî tirş e, wê lomê bi xayê tê xwarin an jî dikine selete. Ku qorix girdibe beng dikeveyê an jî nîv şîrînî dibe pê re dibêjin deneşe. Ku meriv dêneşe pir bixwe li merivan dikeve, zikî merivan pê dêşê. Tirî teze tê xwerin an hişk dikin mewîj. Mewîj ji çêkirina xwînê re rind in. Meriv dikane mewîjan di avê ke û şîrîniyeke bi navî xweşav jê çêke.
Di demê payîzê de rez tê birîn û tirî di mehsereyê de tê pêkirin. Paşê avê tirî dikelînin û dikin şîre. Gellek xwarinên şîrîn ji tirî çêdibin.
[biguherîne] Şîrîniyên ji tirî
- Bastiq, bastêq an (bi soranî) basûq (?)
- Mot an dims, kilorên mot, kilorên nav dims, berfemot, şilik...
- Qirme
- Sinciq
[biguherîne] Cureyên tiriyên Kurdistanê
- Balme
- Bînetetî
- Bisthêşin
- Ezazî
- Gozane
- Hemsî
- Hewsorik
- Hewtop
- Hemsî
- Işqir
- Mezrona
- Pozgolik
- Qizler
- Sincêrî
- Tayfî
- Tehnewî
- Tirêçemîley reş (S)
- Tirêbolmazû (S)
- Tirêçemîle (S)
- Tirêdomîle (S)
- Tirêgundke (S)
- Tirêkajaw (S)
- Tirêmambiray mî (S)
- Tirêpaşayî (S)
- Tirê payîzî (S)
- Tirêreşmirî (S)
- Tirêsadanî (S)
- Tirêsadanîy reş (S)
- Tirêserqûle (S)
- Tirêsipîke (S)
- Tirêsûraw (S)
- Tirêteyef (S)
- Tirêxoşnaw (S)
- Tirêzilkê (S)
- Tirêzûres (S)
- Tirîyê reqan
- Topsipî
- Torane
- Xanoq
- (S) = bi soranî