Address:   Home Page

Zimanê fransî

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Fransî)
şîna tîr : Zimanê zikmakî; şîn: zimanê fermî; şîna vekirî:nefermî; kesk: zimanê hindike

Zimanê fransî zimanekî ji malbata zimanên hind û ewropî ji şitlê Zimanên Romanî ye. Ew wek zikmakî ji alîya 77 milyon kes, bi yên wek zimanê duyemîn ve ji aliyê 130 milyon kes tê axaftin.

[biguherîne] Dîroka zimanê fransî

Di dema ÎmpEratoriya Romayî de zimanê kesên feqîr û biyanîyên bi taybetî yê Gallîyên Keltan bû. Di dema Julius Caesar de li xakên îroj Fransa li ser Kelt hebûn. Kengê Julius Caesar Galya dagir kir ew zimanên wê derê ketine bin bandora Latînî. Paş Koça Qoman re Frank, geleke german Fransa nav ji girtî bû, li şuna xweya îroj bicih bûn û Fransî êdî li Fransa belav bû. Bi zarevên zimanê fransî re "Lang d'oil" tê gotin. Belgên yekemîn yên Zimanê Fransî hatine nivîsandin "Sondên Strasburgê" ne. Ev di sala 842an de hem bi Fransiya Kevn û hem jî bi Elmanîya Kevn hatine nivîsandin. Ji sala 1000an de Parîs bû navenda siyasî û çandî. Dema William Ikeyê Înglîzan zimanê Înglîzî 200 salan di bin bandûra Fransiya Normanî de ma. Di wê demê de Fransî bû Zimanê qesra Înglîzan. Di sala 1634an de Kardinal Richelieu "Académie Francaise" avakir. Armancên wê hêsankirin û paqijkirina Zimanê Fransî bû. Ji sedsala 17an wê de "lingua franca" (Zimanê Fransî) bû zimanê qesrên Ewropa, berê li navenda Ewropa, ji sedsalên 18-19 şûnde jî li rojhelata Ewropa jî.

[biguherîne] Zimanê fermî

Li Koloniyên Fransayê jî fransî hîn zimanê fermî maye. (Jimara Kesên Fransî Zimanê wan ê zikmakî ye)

Fransî zimanê fermî yê Yekîtiya Ewrupayê, Yekîtiya Afrîkayê, Saziya Komarên Amerîkî û Neteweyên Yekbûyî ye.


[biguherîne] Welatên din

Fransî li van welatan jî girîng e.

Zimanên din
Your Ad Here