Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya' Dîtaneya Einstein E=mc2 hate çespandin ' Piştî demeke ji sed salî dirêjtir dawiyê, bi saya serê karê bêwestan yên fîzyazanên fransî, elman û macar; hevkêşeya Einstein ya navdar E=mc2 (E=wize, m=barist, c=leza ronahiyê) hate çespandin. Bi rêvebiriya Laurent Lellouch ji Navenda Fîzyaya Dîtaneyî ya Fransî (France's Centre for Theoretical Physics) û bi alîkariya yek ji superkomputerên li ser rûyê dinyayê herî bi hêz e, zaneyan nirxandinek nû ya barista (mass) proton û neutronan kirin; proton û neutronan jî laşikên hîmî (elementary particle) ne yên ko navika atomê ji wan hatiye avakirin. Li got modela naskirî ya fîzyaya laşikan (particle physics) proton û neutron ji laşikekî piçûktir yê bi navê kwark (quark) û gluon (ji peyva inglîzî glue = şîrêz) hatine avakirin, kwark bi alîkariya gluonan bi hev ve têne girêdan. Tiştê seyr ev e: barista gluonan sifir e û barista kwarkan bi tenê pênc ji sedî ya atomê ye. Ka êdî 95 ji sedî ji barista mayî li kû ye? Bersiv, li gor lêkolîna di kovara zanistî Science on Thursday de hatiye weşandin, ew e ko ev 95% ji barista windayî ji wizeyê (energy), ji liv (movement) û ji bandora ko kwark û gluonan li hev dikin (interaction) tê. Bi gotineke din, wize û barist hevseng (equivalent) in, her wek çawa Einstein sala 1905 di dîtaneya xwe ya rêjeyîtiya taybet (Special Theory of Relativity) de pêşnyaz kiribû.
Gotara hefteyêSokrates yan Sokrat fîlozofekî Yewnanîstana Kevn û rûniştvanê Atînayê bû. Ew yek ji fîlozofên herî bibandor yên hemû deman û wek bavê felsefeya Rojavayê têt hesibandin. Sokrates yekem kes bû ye ku etîk anî nav felsefeya ku berî hingê bi felsefeya siriştî û fîzîkê dagirtî bû. dewam... |
Zazakî û Soranî!بەخێر بێن بۆ ویکیپێدیا
لێرە، ویکیپێدی، ئەنسیکلۆپێدیای ئازادی کوردی، یەکەم ئەنسیکلۆپێدیا (زانستنامە) به زمانی کوردی لە گەشەدایه ئێوە ئەو ئەنسیکلۆپێدیایه دەنووسن ماڵەوه Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno. |
|
|
|
Malbata Wikimedia
|
|