Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya' Bombebarana Xezayê berdewam e: 360 kuştî' Piştî ku HAMAS-ê dawî li agirbestê anî û bi roketan êrîşî Îsraîlê kir, ordûya îsraîlî li HAMAS-ê hat xezebê û çeper û avayîyên wê dan ber top û roketan. Li gora agahîyên teze di nava 4 rojên bohirî de di bomberana ordûya Îsraîlê de li Xezayê 360 filistînî jiyana xwe ji dest da û ji 500 zêdetir kes jî birîndar bûn. Di vê navê de 4 îsraîlî jî di encama êrîşên HAMAS-ê de hatin kuştin. ' Şivan Perwer: Ez naçim TRT Şeş'ê!' Hunermendê kurd Şivan Perwer li Kolnê daxuyaniyek da û got ez naçim TRT 6’ê. Perwer der barê TRT 6’ê de daxuyanî da û wiha got: “Ez ji bo xêzên sor naçim. Gelê kurd bi derfetên xwe kanal vekirine û hê jî vedikin. Ez ê derkevim televîzyona xwe ya kurdî.” Hunermend di daxuyaniyê de bi lêv kir ku 35 sal in karê hunerê dike û 33 sal in li sirgûniyê dijî. Hunermend wiha got: “Min li hemberî zulmê îsyan kir. Ji bo wê ev 33 sal in ez li sirgûniyê dijîm û ji welatê xwe dûr im… Pirsgirêka gelekî nehat çaraserkirin. Bi vekirina kanalekê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. '“Sofies World” li kurdî hate wergerandin' Pirtûka nivîskar Jostein Gaarder “Sofies World” li zimanê kurdî û bi navê "Cîhana Sofî" hate wergerandin. Wergêrê pirtûkê Ahmet Gegez e. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Do-yê ku li Stenbolê ye ve hatiye weşandin. Şayanê gotinê ye ku pirtûka nivîskarê norwecî ku dabaşa mijarê ye heta niha li gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûk ji 542 rûpelan pêk tê. Gotara hefteyêDil ango dilê mirovî, masûlkeyeke bi çar malik e ku xwînê dişîne her derê bedena mirov. Dil wek pompe dixebite û di deqîqê de 60-80 caran lêdixe. Bi taybetî, dil ji du aliyan pêktê: dilê rastê û dilê çepê. dewam... |
Soranî (سۆرانی) |
|
|
|
Malbata Wikimedia
|
|