Bûyerên rojane
Ji Wîkîpediya
| ' Bombebarana Xezayê berdewam e: 360 kuştî'
Piştî ku HAMAS-ê dawî li agirbestê anî û bi roketan êrîşî Îsraîlê kir, ordûya îsraîlî li HAMAS-ê hat xezebê û çeper û avayîyên wê dan ber top û roketan. Li gora agahîyên teze di nava 4 rojên bohirî de di bomberana ordûya Îsraîlê de li Xezayê 360 filistînî jiyana xwe ji dest da û ji 500 zêdetir kes jî birîndar bûn. Di vê navê de 4 îsraîlî jî di encama êrîşên HAMAS-ê de hatin kuştin. ' Şivan Perwer: Ez naçim TRT Şeş'ê!' Hunermendê kurd Şivan Perwer li Kolnê daxuyaniyek da û got ez naçim TRT 6’ê. Perwer der barê TRT 6’ê de daxuyanî da û wiha got: “Ez ji bo xêzên sor naçim. Gelê kurd bi derfetên xwe kanal vekirine û hê jî vedikin. Ez ê derkevim televîzyona xwe ya kurdî.” Hunermend di daxuyaniyê de bi lêv kir ku 35 sal in karê hunerê dike û 33 sal in li sirgûniyê dijî. Hunermend wiha got: “Min li hemberî zulmê îsyan kir. Ji bo wê ev 33 sal in ez li sirgûniyê dijîm û ji welatê xwe dûr im… Pirsgirêka gelekî nehat çaraserkirin. Bi vekirina kanalekê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. '“Sofies World” li kurdî hate wergerandin' Pirtûka nivîskar Jostein Gaarder “Sofies World” li zimanê kurdî û bi navê "Cîhana Sofî" hate wergerandin. Wergêrê pirtûkê Ahmet Gegez e. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Do-yê ku li Stenbolê ye ve hatiye weşandin. Şayanê gotinê ye ku pirtûka nivîskarê norwecî ku dabaşa mijarê ye heta niha li gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûk ji 542 rûpelan pêk tê. |